Serhildana Jin Jiyan Azadî: Bû dengê gelên Îranê û dirûşmeke gerdûnî
Aktivîsta siyasî Meyrafaq Mehmûdî diyar kir ku serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tevgera gel e û anî ziman ku dengê jinan û kêmaran digihîjîne hev, riya xwe ya serbixwe diparêze.
ŞEHLA MUHAMMEDÎ
Navenda Nûçeyan – Di sê salên dawî de li Îran û ji derveyî welat guhertinên siyasî û civakî yên berfireh çêbûn. Aktivîsta siyasî Meyrafaq Mehmûdî der barê destkeftî û zehmetiyên serhildana şoreşgerî ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de nêrînên xwe anî ziman.
Meyrafaq Mehmûdî li ser pirsa bi serhildana Jin, Jiyan Azadî, çi hat bidestxistin û zoriyên çawa derketin de got ku di vê mijarê de gelek nêrînên cuda derketine holê û wiha domand: “Meseleya jinan ne tenê bi bûyîna modern an jî kevneşopiyê re eleqedar e di heman demê de bi aliyên siyasî, civakî û mafên jinan watedar dibe û ev yek jî daxwazên rastîn ên jinan ber bi nêrîneke şoreşgerî ve dibe.”
Meyrafaq Mehmûdî, bilêv kir ku dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî’ di encama şoreşeke ku di şert û mercên zehmet de gihîştiye astek de hatiye ser ziman û xwedî kapasîteyeke şoreşgerî ya mezin e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta li herêmên ku rêxistinên wekî DAIŞ’ê lê serwer in jî jin bi navbeynkariya konseyan, xwe birêxistin dikin û guhertinên civakî çêdikin. Ev dirûşim li zêdetirî 150 bajar û herêman bilind bû, di asta gerdûnî de dengevedaneke civakî çêkir. Peyama wê ya herî girîng jî rabûna li dijî zextên li ser bedena jinan û kontrolkirina wan e.”
‘Jin, Jiyan, Azadî’ li dijî îdeolojiyên baviksalar û zextker e
Meyrafaq Mehmûdî anî ziman ku tecrubeya dîroka Îranê nîşan dide ku hikumetên otorîter û hevkariyên kapîtalîst her dem azadiyê asteng dikin û wiha got: “Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li dijî îdeolojiyên baviksalarî û zextker radibe û hewldana azadkirina jiyanê dide. Derketina jinan li ser dikê, bû gaveke girîng ku bi gel re cih digrin û daxwazên xwe yên civakî-polîtîk tînin ziman.”
Meyrafaq Mehmûdî got ku ev tevger di heman demê de asteke civakî ye, armanc dike cudahiyên zayendî, etnîkî û medenî û serweriya civakî û siyasî ji holê rake û wiha got: “Dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi derbaskirina sînorên paşverû li tevahiya Îran û cîhanê deng veda. Jinên li Îranê bi saya vê serhildanê, bi têkoşîn û berxwedana xwe xaleke werçerxê ya girîng bi dest xistine. Bi avakirina eniyeke yekbûyî bi awayekî çalak û bandor derketin ser dikê. Serhildanê hêza ku rêbertiyê bi jinan daye qezenckirin, rolên wan ên bi bandor cara ewil şênber kir. Ev di aliyê tevgera jinan a Îranê de veguherîneke dîrokî ye.”
‘Serhildan bû derfet ku komên hatine bêdengkirin dengê xwe bilind bikin’
Meyrafaq Mehmûdî di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tevgerê derfet da kêmar û komên ku di serdemên berê de marjînal bûne, dengê xwe bigihîjînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rolên Kurd, Belûc û komên civakî yên din xuya bû, çîna navîn jî tevlî tevgerê bû. Dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi komeke etnîk an jî herêmê re sînordar nema, di asta neteweyî û gerdûnî de îlham da. Nîfşê ciwan bi wêrekî derket ser dikê, tirsa xwe da aliyekî û berxwedanê kirin parçeyeke hiş û bîra civakî. Vê serhildanê telafuzeke nû çêkir û pirsgirêka kontrola li ser bedena jinan kir navendê. Tevî zext, tundî û girtinê jî tevgerê bi hêza xwe ya girseyî berdewam kir.”
‘Hêzên muxalîf hewl dan çarçoveya tevgerê biguherînin’
Meyrafaq Mehmûdî diyar kir ku kêmaniya rêxistinên serbixwe û rêberiya kolektîf bû sedem ku tevger belav bibe û zehmetî di girêdana guhertinên avanî û aborî de bikşîne û wiha got: “Dirûşma “Ji dîktatoran re mirin” xurt bû. Lê ji bo derbasbûnê pêşniyareke çareseriyê ya vekirî nehat pêşkêşkirin. Hêzên muxalîf ên li dîasporayê piştgirî dan lê hewl dan tevgerê bikin nava çarçoveyeke siyasî ku bersivê nede daxwazên gel. Lê hişmendiya bilind a gel, van hewldan têk bir û nîşan da ku di civakê de şoreşeke hizrî û teorîk pêk hatiye. Vê şoreşê sazûmaniya baviksalarî û dîktatoriya serweriya mêr lêpirsîn kir û di asteke mezin de pêşî li ji nû ve hilberandina wî girt.”
‘Vê tevgerê di hawirdorên şer û reqabetên herêmî de riya xwe ya serxwebûnê parastiye’
Meyrafaq Mehmûdî da zanîn ku rola gel û tevgerên gelan mezin dibin û wiha berdewam kir: “Rola gel dema ku bi hêza xwe rabe mezin dibe. Tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” berevajî rêbazên li ser bingeha etnîsîte, ol an jî netewperestî, li ser felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ava bûye û telafuzeke civakî-çandî bi pêş xistiye. Vê tevgerê di hawirdorên şer û reqabetên herêmî de riya xwe ya serxwebûnê parastiye û torên xwe yên avaniyê berfireh kiriye. Dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” xwedî potensiyeleke şoreşgerî ye her wiha li dijî hêzên emperyalîst û hikumetên herêmî helwesteke zelal girtiye û riya serbixwe û îradeya gel dişopîne. Ev tevger ne tenê li Îranê, di heman demê de di asta herêmî û gerdûnî de deng vedaye û toreke gerdûnî ava kiriye; aktivîstên li Îranê bi jinên li Kurdistan, Efganistan, Iraq û Lubnanê re têkilî danîne û vê dirûşmê di çalakiyên navneteweyî û platformên medyaya dîjîtal de ji nû ve hilberandine. Armanca wê ya bingehîn afirandina zimanekî gerdûnî yê li ser bingeha azadî, edaleta civakî û wekheviya zayendî û lihevanîna danehev û hêzên cuda ye.”
‘Malbat di parastina hişmendiya civakî û nîşaneyên çandî de roleke girîng dilîzin’
Meyrafaq Mehmûdî destnîşan kir ku serhildan tevgereke gel e, ne projeyeke ji hundir û derve ve hatiye ferzkirin e û wiha got: “Mirov di têkoşînên civakî û hizrî de fêr dibin ku çawa li dijî herikînên zêdegavî yên rastgir li ber xwe bidin. Malbat di parastina hişmendiya civakî û nîşaneyên çandî de rolekî girîng dilîzin; her zaroka tê windakirin, vediguhere nîşaneyeke berxwedanê.”
Mehmûdî bilêv kir ku merasîmên bîranînê û salvgerên di asta xwecihî de, beşdariya jinan û avakirina torên xwecihî, hişmendiya civakî û berxwdanê zindî dihêle. Çalakiyên curbecur ên wekî grevên kedkar, xwendekar û karkeran, meseleyên rojane yên gel bi têkoşîna ji bo avaniyên adil ve girê dide û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Nivîsên dirûşmê û sembolên xwecihî, piştevaniya di navbera malbat û tevgerên cuda de xurt dike û torên herêmî û gerdûnî pêkan dike. Berfirehbûna van toran, tevlîbûna gel û hewldanên gerdûnîbûna dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” dengê gelên Îranê dê di qada navneteweyî de xurt bike û bandora herîkînên rastgir û hêzên gerdûnî asteng bike. Erka me ew e ku bi piştgiriya nifşê ciwan em van tevgeran xurt bikin û ji bo civaka Îranê pêşerojeke azad û wekhev ava bikin.”